TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 15 kesên din bi koronayê ketin, kesek jî bas bû

Admin H
Nivîskar
📅 05 adar 2021 23:10

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li herêmên wan 15 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û kesek jî baş bûye.

Herwiha li gorî daxuyanî di 24 saetên borî de ti mirinên koronayê nehatine tomarkirin.

Li gorî daxuyaniya Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa, 15 kesên bi koronayê ketine 6 li Hesekê, 6 li Qamişlo, 1 li Rimêlan, 1 li Dêrikê û kesek jî li Reqayê ye.

Bi van hejmarên dawî re heta niha li herêmên Rêveberiya Xweser 8 hezar û 663 kes bi vîrusa Koronayê ketine, 326 kesan can daye û hezar û 252 kes jî baş bûne.

Parve bike: