TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 2 kesan wefat kir 7 kesên din bi koronayê ketin

Admin H
Nivîskar
📅 12 sibat 2021 00:40

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî wefat kiriye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniya xwe ya amarên 24 saetên dawî de eşkere kir, 7 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Reqayê, 3 kes li Dêrezorê û 1 kes li Şehbayê ye.

Ciwan Mistefa diyar kir 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û kesek jî ji nexweşiyê baş bûye.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 8560 kesan, ya mirinan bû 298 kes û heta niha 1225 kes jî baş bûne.

Parve bike: