Kurdistan
Rojava | 213 pêketiyên nû û 9 wefat hatin tomarkirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de 213 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 9 kesan jî wefat kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand; 213 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesên din jî pê mirine.
Herwiha hat ragihandin ku di nava 24 saetên borî de 12 kes jî baş bûne.
Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 31104 kesan, ji wan 2284 kes baş bûne û 1059 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.