TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 3 wefat û 21 pêketiyên din ên koronayê hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2021 19:49

PeyamaKurd – Desteya Tenduristiya li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane û 21 kesên din jî pê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku 21kesên din li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser bi vîrusa koronayê ketine û 3 kesan jî wefat kiriye ku 4 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyê vîrûsa koronayê gihîşt 8629 kesan, ya mirinan bû 324 kes û heta niha 1251 kes jî baş bûne

Parve bike: