Rojava | 3 wefat û 35 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Desteya Tendurustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 35 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Mistefa eşkere kir, 31 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 8 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 3 kes li Amûdê, 11 kes li Reqayê, 3 kes li Dêrezorê, 1 kes li Şehba, 2 kes li Kampa Holê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî baş bûne.
Li gorî amarên fermî li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 17857 kesan, ya mirinan bû 729 kes û heta niha 1804 kes baş bûne.