TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 7 wefat û 60 pêketiyên nû hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 10 gulan 2021 17:53

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr deshilata Rêveberiya Xweser, di 24 saetên borî de 60 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 7 kes jî pê mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 7 kesên din ji ber koronayê mirine ku 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 4 kes li Minbicê û 1 kes li Kampa Holê ne.

Mistefa diyar kir, 60 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine jî 16 kes li Hesekê, 10 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 25 kes li Reqayê û e 8 kes li Dêrazorê ne û 7 nexweş jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 16691 kesan, ya mirinan bû 677 kes û heta niha 1718 kes jî baş bûne.

Parve bike: