Kurdistan
Rojava | 73 pêketinên nû yên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 73 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî baş bûne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 73 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 14 kes li Hesekê, 16 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê, 25 kes li Reqayê, 4 kes li Şehbayê, 1 kes li Dêrazorê û 1 kes li kampa Holê ne.
Dr. Mistefa diyar kir, 2 kes jî baş bûne û hejmara başbûyan gihîştiye 1778 kesan.
Bi van amarên dawî li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 17672 kesan û heta niha 717 kes jî bi koronayê mirine.