Kurdistan
Rojava | Amarên dawî yên Covid-19 hatin eskerekirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 298 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî can daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 236 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 43 kes li Hesekê, 88 kes li Qamişlo, 37 kes li Dêrikê, 6 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Rimêlanê, 40 kes li Tebqayê, 50 kes li Reqayê, 25 kes li Kobanê, 5 li Minbicê û 4 kes li Şehbayê ne.
Dr. Mistefa eşkere kir 3 kesan can daye û 5 nexweş jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê bi van amarên dawî re gihîşt 12236 kesan ku ji wan 422 kesan jî wefat kiriye.