Kurdistan
Rojava | Amarên dawî yên Covid-19 hatin eskerekirin: 8 wefat, 155 pêketiyên nû
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, di nav 24 saetên borî de 8 kesên ji ber vîrûsa Koronayê mirin û 155 kesên din jî pê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 155 kes bi Koronayê ketine û 8 kesan bi Koronayê can daye ku 20 kes jî baş bûne.
Bi van hejmarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 14 hezar û 436 kesan, ya mirinan bû 477 kes û heta niha 1476 nexweş jî baş bûne.