Kurdistan
Rojava | Hêza Amerîkî nehist hêza Rûsî derbas bibe
PeyamaKurd - Ev demek e hêzên Amerîkî û Rûsî li Rojavayê Kurdistanê rê li ber hev digirin û nahêlin derbas bibin. Beriya niha jî du caran rêgiriya hevdu kiribûn.
Herî dawî hêzeke Amerîkî dîsa rê li ber karwana polîsê leşkerî yê Rûsî girt û rê neda ku derbasî bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê bibe.
Li gorî ragihandina peyamnêrê K24ê ji Qamişlo, îro hêzeke Amerîkî li ser riya di navbera bajarokê Girkê Legê û Dêrikê de li pêşiya Polîsên Serbazî yên Rûsî girt û rê neda wê nêzîkî Dêrikê bibe, hêza Rûsî jî neçar bû careke din vegere Qamişlo.
Bi taybet piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û li gorî rêkeftina ligel Tirkiyê belavbûna hêzên Rûsî li nav Rojavayê Kurdistanê, bûyerên rê li ber hev girtinê zêde bûne.