Rojava: Ji bo darizandina ISÎDiyan, amadekarî tên kirin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve hat ragihandin ku ji bo darizandina hin endamên rêxistina terorî ya IŞÎDê, amadekarî tên kirin.
Daxuyanî, ji aliyê Berdevkê Karên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akîf ve bi awayê nivîskî hat dayîn û hat ragihandin ku ji bo darizandina IŞÎDiyan, amadekariyên wan hene.
Kemal Akîf di daxuyaniyê de got, “Di serî de yên ku tiliyên wan di xwîna xelkê herêmê de hene û ji ber vê tawanê li ser wan gilî hatine kirin, dê bên darizandin.”
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hûrgiliyên di derbarê nasnameya wan endamên IŞÎDê de nehatin dayîn û li ser dema darizandinê jî dîrokek nehat diyarkirin.
Her wiha li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, li girtîgehên wan 60 jê biyanî, 15 hezar gumanbarên IŞÎDê girtî ne. Ji van girtîgehên ku IŞÎDî tê de girtî ne, ya herî mezin Girtîgeha Sanaa ye.