TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Li Dirbêsiyê dewriyeya hevbes a Rûs-Tirk hat kirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2020 22:45

PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyê û hêzên artêşa Tirkiyê li gundewarên navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya rêkeftina herdu welatan de dewriyeyeke hevbeş a çavdêriya leşkerî pêk anîn.

Hat zanîn ku dewriyeya hevbeş ya ku îro danê sibehê li navçeya Dirbêsiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê bi rê ketiye, ji gundê Şirikê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest bi gera xwe kiriye.

Hêzên dewriyeya Rûs-Tirk li hejmarek gundên bejahiya rojava ya navçeya Dirbêsiyê geriya û ji ser gundên Erada, Ibrahîmiyê û Hilêwa car din vegeriyan gundê Şirikê.

Parve bike: