TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Admin H
Nivîskar
📅 27 îlon 2021 21:08

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 4 kesên din ji ber koronayê can dane 340 pêketîyên nû hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 4 kesan bi Koronayê can dane û 340 pêketiyên nû hatine tomarkirin ku 17 kes jî baş bûne

Hejmara pêketiyên koronayê bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 27017 kesan, ji wan 2131 kes baş bûne û 903 kes jî mirine.

Parve bike: