TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Rewsa dawî ya vîrusa korona hat eskerekirin

Admin H
Nivîskar
📅 10 sibat 2021 21:03

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 13 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar 13 haletên pêketina vîrusa koronayê hatine tomarkirin ku 3 kes li Hesekê, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê û 2 kes li Dêrazorê ne.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku ti haletên mirina bi koronayê nehatine tomarkirin û 2 pêketiyên koronayê jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 8 hezar û 543 kesan, 296 kesan wefat kiriye û heta niha 1224 kes jî baş bûne.

 

Parve bike: