Rojava xwe ji bo hilbijartinê amade dike
PeyamaKurd – Komîta Bilind ya Hilbijartinê ya Meclisa Gel ya Sûriyê ji bo li herêmên Kurda hilbijartin bibe dest bi amadekariyan kir. Di nav herêman de Hasekî û Kobanî hene.
Endamê Komîtê Muhammed Weli li ser mijare daxwuyanî da û got wê di heyeta hilbijêrên her parlementerî de, wê 30 an 50 kes destnîşan bike. Li gor şertên sîstema hilbijartinê; wê kesên di heyetê de %70 wan ji pisporan pêk bê û %30 jî ji pêşhatiyên civakê bin.
Divê temsîla jinan di ser %20an de be. Kesên ji şoreşa Sûriyê zerarê dîne, dê ew jî bên temsîlkirin.
ENKS jî ragihand ku wê hilbijartinê boykot nekin lê ev hilijartin ne li gor daxwaz û hedefên wan yên siyasîne. Nûnerê ENKSê yê şamê Mehabad Suleyman jî nerazîbûna xwe diyar kir. Mehabad Suleyman got:
“Em terefekî siyasîne û diviya bi me re danûsitendin bihata kirin. Ez bang dikim ku li bajarê Hasekiyê di terzê temsîla Kurdan de li hevkirin hebe”
Li gor sîstema hilbijartinê û jimara kursiyan wehaye:
Ji Qamîşlo 4 kes, ji bo Hasekiyê 3 kes, ji bo Dêrikê 2 û ji bo Kobaniyê 2 kes dê bên hilbijartin.
Meclisa xelkê ya Sûriyê 210 kesin. Ji wan 210 kesan 70 kes ji aliyê serokkomar de tê hilbijartin.
Hilbijartin di 5ê Cotmeha 2025an de hatibû kirin lê hilbijartinên herêma Kurdistanê û ya Durziyan ya Suweydayê ji ber rewşa li sehayê dabûn paş.