Kurdistan
Rojavayê Kurdistanê | 13 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 13 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên dawî belav kir û diyar kir; 13 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 2 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Tebqayê û 1 kes li Dêrezorê û 3 kes li Minbicê ne.
Herwiha hat destnîşankirin, ku 2 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihiştiye 8476 kesan, ji wan 1212 kes baş bûne û 296 kesan jî can dane.