TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojên vekirina deriyê Pêsabûr hat eskerekirin

Admin L
Nivîskar
📅 28 rêbendan 2022 13:39

PeyamaKurd Rêveberiya Deriyê Pêşabûr di derbarê dîroka vekirina deriyê Pêşabûr de diyar kir, ji roja Şemiyê 29ê Çileya 2022yan şûn de, wê her hefte sê rojan derî ji bo çûn û hatina navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê were vekirin.

Rêveberiya Deriyê Pêşabûr bi daxuyaniyekê da zanîn, çûn û hatina di deriyê Pêşabûrê re, piştî 29/1/2022yan dibe weke berê.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, hemû kesên li her du aliyan asê mane û xwediyê îqameya Herêma Kurdistanê û Ewropayê ne, dikarin rojên Şemî, Duşem û Çarşemê çûn û hatinê bikin.

Roja 15/12/2021ê hejmarek ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşî ser deriyê sînorî yê Pêşabûrê kiribûn, Herêma Kurdistanê jî biryara girtina derî dabû.

Di vê heyama girtinê de jî, deriyê Pêşabûr bi awayekî demkî ji bo kesên ku li her du aliyan asê mabûn, hatibû vekirin.

Parve bike: