Kurdistan
Rojhilat | Di êrîsa pasdaran de 5 kolberên Kurd birîndar bûn
PeyamaKurd - Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşa pasdarên Îranê de 5 kolberên Kurd birîndar bûn.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand, îro 25ê Nîsanê danê sibê pasdarên Îranê li devera sînorî ya Qulqule ya bajarê Merîwanê komek kolber dan ber guleyan.
Hat zanîn ku di wê êrîşê de 5 kolber birîndar bûne ku navê wan; Zanyar Hatempenah, Selah Wetendûst, Soran Wetendûst, Karwan Menûçêhrî û Aram Menûçêhrî ne.
Hat diyarkirin ku tevahiya kolberên birîndar bûne, xelkê bajarê Merîwanê ne.