TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojhilat | Li Urmiyê her saetê kesek ji koronayê dimire

Admin H
Nivîskar
📅 16 mijdar 2020 20:49

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina berpirsên tenduristiyê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê rewşa nexweşiya vîrusa koronayê di asteke gelekî metirsîdar de ye û her saetekê kesek ji koronayê can dide.

Berpirsê tenduristiya parêzgeha Urmiyê, Dr. Cewad Aqazade ragihandiye ku doh 15ê Mijdarê li parêzgeha Urmiyê 24 mirinên koronayê hatine tomarkirin û hejmara kesên ji ber koronayê mirine li parêzgehê gihîştiye 2 hezar û 395 kesan.

Dr. Aqazade eşkere kiriye, doh 207 pêketiyên koronayê yên ku rewşa wan xirab e, hatine razandin û hejmara pêketiyên ku hatine razandin jî gihîştiye hezar û 596 kesan.

Aqazade ku serokê zankoya nojdarî ya Urmiyê ye gotiye, li gorî amaran li Urmiyê her saetê kesek ji ber koronayê dimire.

Parve bike: