TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojnameger Zeynep Durgut hat desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 18 berfanbar 2020 17:00

PeyamaKurd – Rojnameger Zeynep Durgut, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Ji bo nûçeyekê, Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut û Azad Kaya, nûçegihanên Jinnewsê Rojda Aydin û Derya Şen, çûne Şirnexê. Li ser rêya vegerê, polîsan ew sekinandine.

Piştî lêkolînan, Zeynep Durgut desteser kirine. Li gor zanyariyan, Durgut ji ber lêpirsîna derbarê nûçeya Osman Şîban û Servet Turgutê ji helîkopterê hatine avêtin desteser bûye.

Polîsan destê Zeynep Durgut ji paş kelemçe kirina û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.

Her sê rojnamegerên din piştî lêgerîn li ser wan kirine, serbest bûne.

Parve bike: