TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojnamevan Helkewt Ezîz jiyana xwe ji dest da

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2026 18:01

PeyamaKurd - Rûdawê ragihand ku Berpirsê Nivîsgeha kanalê yê Bexdayê Helkewt Ezîz piştî ku doh li ser rêya Bexda-Besreyê rastî qezayeke trafîkê hatibû, îro piştî nîvro ji ber giraniya birîna xwe can daye.

Rûdawê sersaxî bo hevkarên wî û malbatê xwest û diyar kir ku Helkewt Ezîz rojnamevanekî çalak bû û li cem hemû xelkê Kurdistan û Îraqê ezîz bû û wî bi bawerî û rastgotinî rûmala nûçeyan dikir.

Helkewt Ezîz ku bixwe ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ye, sala 1989an di koçberiyê de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye.

Wî dîplomaya xwe ya derhêneriyê ji beşa şanoyê ya Enstîtuya Hunerên Bedew a Kerkûkê wergirtibû. Wî nêzîkî 16 salan karê medyayê dikir.

Parve bike: