TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojnameya Erebî Albawaba: Pistî sed salan jî daxwaza dewleta Kurdistanê berdewam e

Admin L
Nivîskar
📅 25 tebax 2020 12:30

PeyamaKurd – Di rojnameya Albawaba ya Erebî, babetek bi navê (Piştî sed salan jî daxwaza dewleta Kurdistanê berdewam e) hat belav kirin û tê de hat destnîşankirin ku dewleteke serbixwe ya Kurdan, li gor berjewendiyên hemû welatên Erebî û Rojhilata Navîn e.

Herwiha di rojnameyê de, behsa sed saliya tekoşîna Kurdan û peymana navdewletî ya Sevrê, serhildan û tekoşînên Kurdan ên piştî peymanê tê kirin.

Di berdewamiyê de, behsa êrîşên Tirkiye, helwesta wê û siyaseta bişaftina dewleta Tirkiye ya li dijî Kurd û Kurdistanê tê kirin û dide zanîn, heta niha daxwaza dewleta Kurdan zindî ye û berdewam e.

Parve bike: