Kurdistan
Rojnameya fermî ya Tirkiyê dîroka hilbijartinên herêmî ragihand
PeyamaKurd – Dîroka hilbijartinên herêmê yên Tirkiyeyê ku dê sala 2024an de bên kirin, di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hate ragihandin.
Li gorî biryarê, wê hilbijartinên herêmê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adara 2024an bên kirin.
Piştî ragihandina biryarê, ji 1ê Cotmehê ve Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) salnameya hilbijartinê dide destpêkirin û dema çêkirina lîsteyan û guhertina navnîşanên hilbijêran jî dest pê dike.
Ji bo herêmên erdheja 6ê Sibatê jî welatî dikarin bêyî ti belgeyan bi nasnameyên xwe serî li navendên nifûsê bidin û xwe wekî hilbijêr tomar bikin.