TR KU SO
FB X
Kurdistan

Romanya: "Em girîngiyê didin pêwendiyên li gel Kurdistanê"

📅 25 cotmeh 2018 04:23

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Romanya li Iraqê Jacob Prada kir û di hevdîtinê de ragihand, li Herêma Kurdistanê kar bo pêkanîna hikûmeteke bihêz dikin.

Di civînê de, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Romanyayê de hatin guftûgokirin.

Derbarê pêwendiyên Bexda û Hewlêrê de, Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku wek Kurd piştevaniyê li Adil Ebdilmehdî yê ku bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye spartin dikin û ragihand, divê Kurd di biryarên siyasî û çarenivîsaz de hevbeşeke rasteqîne be.

Her di hevdîtinê de, behsa qonaxa piştî hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê û pêwendiyên di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de hatin kirin.

Di wê derbarê de, Balyozê Romanya li Iraqê ragihand, ew Kurdistaneke bihêz û yekgirtî wek beşek ji çarçova stratejiya aramiya Iraqê de dibînin.

Herwiha Balyozê Romanyayê pêwendiyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê bi gelek baş binav kir, ku ew girîngiyê didin wan pêwendiyan, bi taybetî di warê aboriyê de ligel Herêma Kurdistanê berdewam dibin.

Parve bike: