Kurdistan
Rosnefta Rûsî dixwaze xebatên xwe li Kurdistanê berfireh bike
PeyamaKurd - Kompanya Rosneft dixwaze çalakiyên xwe li Kurdistanê berferehtir bike.
Ajansa nûçeyan ya Reuters nûçeyek belav kiriye, ku tê de hatiye, di cotmeha sala derbasbûyî de û di germahiya nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Serokê Kompaniya Rosneftê Îgor Sîçîn, ku dostê nêzîkî Serokê Rûsya Vladimir Putin e nameyek ji bo Wezareta Petrol a Iraqê re şandibû, û ragihandibû ku, ew dixwaze pêwendiyên aborî û kêlgehên petrolê li Herêma Kurdistanê berferehtir bike.
Herweha Reuters amaje bi wê yekê kir ku, kompanyayên Amerîkî û Ewropî dixwestin ligel Herêma Kurdistanê kar bikin û di jêr de, ji berpirsên Bexda re digotin, ew ligel yekperçeya axa Îraqê ne, lê di nameya Rus Neft de ev yek nebûye.