TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rubin: Erdogan dizane ku ji ber êrîsan nayê cezakirin

Admin H
Nivîskar
📅 25 hezîran 2020 23:08

PeyamaKurd – Nivîskarê lêkolîner ê Amerîkî di American Enterprise Institute (AEI) de û berpirsê berê di Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) de Michael Rubin, li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê got ku Nûnerê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey di daxuyaniyên xwe de parêzvaniya Erdogan dike û lewma jî ew dizane ku wê neyê cezakirin.

Rûbîn dibêje: "Êrîşên ku Erdogan pêk tîne, ji ber gelek sedeman in; baş dizane ku hesab jê nayê xwestin û ew ê ji cezakirinê bifilite."

Michael Rubîn li ser helwesta Jeffrey jî destnîşan dike, "Piraniya caran James Jeffrey wek parêzer û parêzvan dixebite li şûna ku navbeynkariyê bike. Ev yek jî dihêle Erdogan hemleya paqijya etnîkî li dijî Kurdên ku xwe birêve dibin berdewam bike."

Rubîn destnîşan kir ku Erdogan herwiha ji bo siyaseta navxweyî wan êrîşan bikar tîne û bi rêya êrîşên xwe hewl dide alîgirên neteweperest bikîşine bi aliyê xwe.

Parve bike: