Rûnistina taybet a Hilbijartina Serokomarê Iraqê hat pasxistin
PeyamaKurd – Rûniştina taybet a Hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji aliyê Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê hat paşxistin.
Li gor Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, rûniştina taybet a ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji bo roja Çarşemê 30î Adarê hat paşxistin.
Hat eşkerekirin, di rûniştina îro de 202 parlamenter beşdar bûn, 126 parlementerên Çarçoveya Hevahengiya Şîe û pêkhateyên din ên Sunne û Kurdistanî ve boykot kirin.
Hêjayî gotinê ye, ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji 329 parlamenter pêwîst e û divê sisêyan du yan ji (220) parlamenter di rûniştinê de amade bin.
Beşdarbûyên rûniştina îro, ji Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bûn ku ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Hevpeymaniya Siyad, Bloka Sadrî û hin kesên serbixwe û baskên din pêk tê.
Li ser postê Serokomarê Iraqê, 40 namzed hevrikiyê dikin. Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, namzedê Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman e.