Kurdistan
Rûsya li Dêrazorê baregeheke hewayî ava dike
PeyamaKurd – Hat argihandin ku li aliyekî Îranê hêzên leşkerî sewqî Dêrazorê dike, li aliyê din jî Rûsya baregeheke nû ya hewayî li Dêrazorê ava dike.
Li gorî çavkaniyên herêmê, du rojên dawî gelek alav û kelûpelên avadankirinê bo balafirgeha leşkerî ya Dêrazorê ku 10 km dikeve başûrê rojhilatê bajêr têne veguhestin.
Tê diyarkirin ku Rûsya xebatên firehkirina balafirgehê dane destpêkirin û amadekariya vekirina baregeheke nû ya hewayî li Dêrazorê dike.
Hêjayî gotinê ye, Îran jî hêzên xwe li herêmê zêde dike û artêşa Sûriyê jî piştî kontrolkirina herêmê hejmareke zêde ya hêzê şandiye deverê.
Yekem baregeha hewayî ya Rûsyayê Hmeymim li parêzgeha Lazqiyê ye ku bi avakirina baregeha Dêrazorê re du baregehên hewayî yên Rûsyayê li Sûriyê çêdibin.