TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Rûsyayê bi karwaneke 40 wesayîtan alîkarî gihand YPGê’

Admin H
Nivîskar
📅 07 mijdar 2019 00:10

PeyamaKurd – Li gorî îdiayên çavkaniyên herêmî piştî ku Amerîka ji baregeha Eyn Îsayê vekişiya, hêzên Rûsî û YPGê di wê baregehê de bicî bûn.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku Rûsyayê doh karwaneke bi qasî 40 wesayîtan alîkariyên leşkerî ji bo wê baregeha hevbeş a Rûsya û YPG bikar tîne şandiye.

Piştî 9ê Cotmehê ku êrîşên Tirkiyê bi ser Rojava de dest pê kirin, Amerîkayê baregehên xwe vala kiribûn û vekişiyabû Başûrê Kurdistanê.

Li pey wê biryara Amerîkayê jî HSDê bi çavderiya Rûsya, ligel hikûmeta Sûriyê rêkeftineke leşkerî pêk anîbû û hêzên rejîmê li sînoran belav bibûn.

Piştî alîkariyên Rûsî bo YPGê, helwesta Tirkiyê tê meraq kirin ku 22yê Cotmehê ji bo vekişandina YPGê li Soçiyê rêkeftibûn.

Parve bike: