Ryan Rideout: “Em soza destekê û hevkariyê bo Pêsmerge didin”
PeyamaKurd – Şêwirmendê bilind yê koalisyona navdewletî yê li Iraq û Sûriyê ya li dijî İŞİD ê Ryan Rideout seredana wezareta Pêşmerge kir û got ew soza destekê û hevkariyê bo Pêşmerge didin û wê destek dewam bike.
Berdevkê koalîsyonê albay Wayne Marotto di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku şêwirmendê bilind yê koalîsyonê Ryan Rideout seredana wezareta Pêşmerge kiriye.
Li gor parvekirinê; Ryan Rideout bi serokerkanê hêzên Pêşmerge bi general Cemal Emînkî re hevdîtinê kiriye. Di hevdîtinê de şêwirmend gotiye ku dê destek û hevkariya koalisyona navdewletî bo hêzên Pêşmerge dewam bike. Berdevk Marotto weha got:
“Di seredana wezareta Pêşmerge de li ser mijarên koordînasyon û hevkariya navbera hêzên koalîsyon û hêzên Pêşmerge rawestiyane.”