TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sagirdan li Derbendîxanê ji bo Rojava alîkarî kom kirin

📅 24 cotmeh 2019 14:11

PeyamaKurd - Li bajarokê Derbendîxanê yê Herêma Kurdistanê, dibistan û qutabxaneyan bi milyonan dînar alîkarî bo koçberên Rojavayê Kurdistanê kom kirine.

Berpirsê perwerdeya bajarokê Derbendîxanê, Hawar Hemîd got, di çarçoveya komkirina alîkariyan de bo kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber êrişên Tirkiyê koçber û mexdûr bûne, dibistan û qutaxaneyên devera Derbendîxanê jî dirav kom kirine.

Hawar Hemîd her wiha got, dibistanên devera me 23 milyon û 265 hezar dînar û 201 dolar û hinek tiştên din kom kirine.

Berpirsê perwerdeya Derbendîxanê spasiya tevahiya mamosta, şagird û malbatên wan kir ku di wê kempênê de alîkariya wan kirine.

Parve bike: