Sahzadeya Brîtanyayê Duchess Sophie serdanê Duhokê kir
PeyamaKurd - Şahzade Duchess Sophie ya hevjîna Mîr Edward Edinburgh, birayê Şahê Brîtanyayê Şah Charles, piştî serdana Hewlêrê û hevdîtina ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Duhokê jî kir.
Hat ragihandin ku Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Tatar û du cîgirên parêzgar şeva borî pêşwazî li Şahzade Duchess Sophie kir ku di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya yê Iraqa Federal û Konsulê Giştî yê Brîtanya jî amade bûn.
Hat diyarkirin ku di civînê de behsa pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya û rola wan di alîkariya Herêma Kurdistanê û parêzgeha Duhokê hate kirin. Parêzgarê Duhokê spasiya Hikûmeta Brîtanya kir û hêviya pêşxistina pêwendiyan xwest.
Duchess Sophie Edinburgh behsa tevger û çalakiyên di warên aştî û mafên mirovan de bi taybetî jin û zarokan kir û behsa armanca serdana xwe ya Parêzgeha Duhokê kir.
Herwiha rewşa penaberan û pêşhatên dawî yên di vî warî de, di hevdîtinê de hatin rojevê.