Salihî: “Wezîrê me yê di hukumeta Kurdistanê de bo me serefe”
PeyamaKurd- Serokê Cepha Turkmenan (ITC) yê Kerkûkê Erşed Salihî bo tevlîbûna konferansa bi navê ‘Pêşdeçûnên rojane û halê Turkmenan” ya ku li Ankara ji aliyê Navenda Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (ORSAM) hat lidarxistin, bû. Salihî bo tora medyayî ya Rûdawê di gelek mijaran de axifî û got ku mijara Kerkûkê yekalî çareser nabe û divê çereyeka hevpar bo wê bê dîtin. Salihî weha got:
“Mesela Kerkûkê bi xala 140 û 23 yan çareser nabe. Çara wê ew e ku bi hevkarî jê re çare bê dîtin. Ji ber wê ez bang li dostên xwe yên Silêmaniyê û Hewlêrê dikim; hun çendîn mudaxele bikin mijara Kerkûkê dibe astengtir bibe deverên di bin hakimiyeta we de bikeve bin bandoran. Li Kerkûkê Kurd, Ereb û Turkmen dikarin lihev bikin.”
Salihî behsa pêwendiyên xwe û herêma Kurdistanê kir û weha dewam kir:
“Pêwendiyên me başin û em bi hevalên xwe yên wê derê re hev dibînin. Di asta hukumetê de jî hevdîtinên me hene. Wezîrekî me li wê derê ye û ew şerefa me ye. Ev me bêhtir nêzî hev dike. Hukumeta wê derê ji aliyê qanûna destûrî de hatiye naskirin û ti kes nikare înkar bike. Divê pêwendiyên navbera me bi xurtî dewam bikin. Niha wezîrekî me heye. Di dixwest ku çend wezaretên me hebin hem em aktîv bibin û hem ji xelkê wê derê re xizmetê bikin. Turkmen dixwazin di nava hukumetê de bi awayeka ciddî xebatê bikin. Em bende ne da hukumet pêngavên baş bavêje.”