Salnameya perwerdehiya Kurdistanê, hat eskerekirin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve salnameya nû ya perwerdehiyê hat eşkerekirin.
Rayedarên Wezareta Perwerdehiyê îro eşkere kir ku salnameya xwendinê ya 2022-2023yan diyar bûye û ev salname, ji hemû rêveberiyên giştî yên perwerdehiyê yên Herêma Kurdistanê re hatiye şandin.
Hat diyarkirin ku li gorî salnameya akademîk a Wezareta Perwerdehiyê, werza nû ya perwerdehiyê dê di 13/9/2022yan de dest pê bike û betlaneya nîvsala yekemîn jî dê ji 25/12/2022yan heta 01/01/2023yan berdewam be.
Bi berdewamî hat ragihandin ku nîvsala duyemîn dê ji 02/01/2023yan dest pê bike û dê ji 29/4/2023yan heta 8/5/2023yan, ezmûna dawî ya nîvsala duyemîn a polên dawî û qonaxa niştimanî 9 a gera yekemîn, tê lidarxistin.
Li gorî hat ragihandin, ji 3/6/2023yan heta 27/6/2023yan, azmûna wezaretê ya gera yekemîn a pola 12an, ji 6/8/2023yan heta 14/8/2023yan azmûna wezaretê ya gera duyemîn a heman qonaxê dê bên lidarxistin.