Salvegera 58an a 'Soresa Îlonê’ bi gesbûna hizra netewî hat pêswazîkirin
PeyamaKurd – Serhildana gelê Kurd Şoreşa Îlonê ku li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Rêberê Nemir Mele Mistefa Barzanî hatibû destpêkirin îro di 58emîn salvegera wê de bi serbilindî tê bibîranîn.
Ev serhildana ku bi navê Şoreşa Îlonê tê naskirin û 11ê Îlona 1961ê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd ê Rizgarîxwaz Mele Mistefa Barzanî dest pê kiriye, di dîroka gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e.
Şoreşa Îlonê ya li dijî dijminên gelê Kurd hatiye destpêkirin, hizreke netewî ji bo gelê Kurd ava kiriye ku hîn jî rizgarîxwaz û netewperwerên Kurd li pey şopa wê hizra netewî ne.
Şoreşa Îlonê bi diruşma “Kurdistan Yan Neman” bi pêşengiya Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî dest pê kir û berhemên wê şoreşê heta niha jî rê li ber gelê Kurdistanê nîşan didin.
Peymana xiyanetê a Cezaîrê (1975) jî nekarî şoreşa gelê Kurd têkbişkîne û heta niha jî ala şoreşê bilind dibe û Kurdistan her ber bi pêş ve diçe.