TR KU SO
FB X
Kurdistan

Salvînî: Em rê nadin Kurd bên qirkirin

Brindar Z
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2019 02:28

Partîyên rastgir ên Îtaêyayê bi beşdarîya deh hezaran kes mîtîngek li paytext Romayê lidar xistin. Wezîrê Navxweyî Matteo Salvînî ku berî du mehan xwe ji koalisyonê vekişandibû, axavtinek lir û piştgirî da Kurdan.

Salvînî, di axavtina xwe de rexneyên tund li dewleta Tirk girt, anî zimên ku endametîya Tirkîyê ya ji bo Ewrûpayê dînîtî ye û got: “ Xebata ku Tirkîye bikin endamê Ewrûpayê dînîtî ye. Li şûna ku ez mixatabê dewletek îslamî bim, ez razî me bi Rûsya û Îsraîlê re hevdîtinan bikim.

Salvînî, di dewama axavtina xwe de behsa êrîşên dewleta Tirk jî kir, piştgirî da Kurdan û dîsa got: “ Wê ev meydan rê nede qirkirin û tunekirina Kurdan. Dewleta Tirk dev ji qirkirina kêmneteweyên li ser axa xwe berneda. Pêşî Xiristîyan, piştre Ermenî û niha jî Kurd. Û bi ser de jî ji me re dibêjin hov. “

Parve bike: