TR KU SO
FB X
Kurdistan

SAMER | Dibe ku kurd li van 7 bajaran encaman biguherînin!

📅 29 adar 2019 15:46

PeyamaKurd – Kordînator û endama rêveberîya giştî ya Navenda Lêkolînên Sîyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genc amarên ku di dema hilbijartinan da li qadê bi dest xistine şîrove kirin. Genc amaje kir ku Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bi taybetî li bajarên rojavayê karîger û şîyana wê heye encamên hilbijartinan biguherîne .

Kordînatorê SAMERê Yuksel Genc, “Dibe ku Partîya Dad û Geşedanê (AKP) desthilatdarîya li hinek bajarên ji dest bide. Di vêya da bandora HDPê jî heye. Helwesta HDPê ya li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrdîn, Dîlok, Riha û Semsûrê hêjayî pûtepêdan û şopandinê ye.”

Genc dide xuyakirin ku hilbijêrên HDPê zû ji stratejîyê HDPê serwext bûn û bal kişande ser bandora HDPê ya li ser hilbijartinan.

Genc, “HDPê li deverên ku beşdarî hilbijartinan dibe 6-8 puanan zêde bike û dê li hinek herêman dengên AKPê kêm bibin. Bi tenê dê dengên wê kêm nebin, dibe ku li hinek bajaran desthilatîyê ji dest bide. B itaybetî helwesta HDPê ya li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrdîn, Dîlok, Riha û Semsûrê hêjayî pûtepêdan û şopandinê ye.”

Parve bike: