Kurdistan
Şanda DEM Partiyê li Îmraliyê bi Ocalan re civiya
PeyamaKurd - Endamên Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê, Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Daxuyaniyek ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Partiya DEM ve hat weşandin û piştrast kir ku şandeyê hevdîtin temam kiriye û ji giravê derketiye.
Hat gotin ku şande wê derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyekê bide raya giştî.