Sanda ENKSê bi Serok Barzanî re dicive
PeyamaKurd - Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasî Hewlêrê bû û dê bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.
Li gor daxuyaniya rêveberên ENKSê biryar e şanda ya ji desteya serokatiya ENKSê pêk tê sibe Yekşemê ligel Serok Mesûd Barzanî hevdîtinekê pêk bîne.
Li gor zanyariyan dê şanda ENKSê bi Serok Barzanî re li ser mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê biaxive û herwiha li ser pêşhatên siyasî û leşkerî yên bi vekişîna hêzên Amerîkayê têkildar şêwra Serok Barzanî bistîne.
Hêjayî gotinê ye, çend roj berê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku nêzîkî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ye, civînek li Qamişlo li dar xistibû û biryara avakirina komîteya danûstandina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê wergirtibû.
Derbarê têkiliya wê mijarê û hevdîtina Serok Barzanî de ji ENKSê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Lê tê çaverêkirin heger rêkeftinek bi PYDê re were kirin jî li gorî rewşa nû ya Rojavayê Kurdistanê û li ser hîmên rêkeftinên salên borî yên Hewlêr û Dihokê be.