TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sanda Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê ye

Admin H
Nivîskar
📅 25 hezîran 2019 18:51

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, ligel şandeyeke ji hikûmeta herêma Kurdistanê niha li Brîtanya ye û ligel rayedarên hikûmeta Brîtanyayê derbarê pirsa ewlehiyê, aborî û serweriyê de hevdîtin û guftûgoyan dikin.

Dizeyî ji medya Kurdistanê re li ser şanda Iraq û Kurdistanê ya serdana sê rojan bo Brîtanyayê ragihand, “Serokkomarê Iraqê ligel şandeke nûnerên hikûmeta herêma Kurdistanê û hejmarek wezîrên Iraqê, niha li paytexta Brîtanyayê Londonê ne.”

Dizeyî da zanîn ku şandeya Iraqê daxwaz kiriye herêma Kurdistanê jî di wan hevdîtin û guftûgoyan de beşdar be û nûnerên herêmê jî hebin ku ew jî wek nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê di şandeyê de beşdar e.

Sefîn Dizeyî da xuyakirin, serokkomar û wezîrên hevdîtin û guftûgoyê ligel hikûmeta Brîtanya dikin; dê bi giştî li ser pirsên serekî, ewlehî û aboriyê guftûgoyan bikin.

Parve bike: