Kurdistan
Sanda hevpeymaniyê ji bo sewatên zeviyan û lehiyan serdana Qamislo kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ji bo hevkariya bo bûyerên şewata zeviyan û ziyanên lehiyên biharê, serdana Qamişlo kir û bi rêveberên bajarê Qamişloyê re civiya.
Şanda hevpeymaniyê ya ji bo karûbarên sivîl, ji bo hevkarî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi rêveberên bajêr re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku herdu aliyan li ser buyerên şewatê û lehiyên ku di demsala biharê de rabûne, rawestiyan.
Şandeyê diyar kiriye ku wan derbarê mijarên derbasbûyî de, gelek lêkolîn kirine û rapor amade kirine û dane zanîn ku teqezî li ser pêwîstiya herêmê bi otombîlên agirkujiyê û gelek alavên dîtir heye
Li gorî çavkaniyên herêmê, şanda hevpeymaniyê piştî civînê digel rayedarên Meclisa Kantonê li nava zeviyên şewitî geriyane.