TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sanda Kurdistanê li ser mijara petrolê bi Bexdayê re li hev kir

Admin H
Nivîskar
📅 19 nîsan 2020 19:42

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê piştî civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Neftê yê Iraqê re ragihand, şanda Herêmê û Bexdayê gihîştin rêkeftinê.

Şandak Hikûmeta Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab îro li Bexdayê bi Wezîrê Neftê û Wezîrê Kehrebê yên Iraqê re civiya.

Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, piştî civînê di civîneke rojnamevanî de ragihand, Hikûmeta Herêmê bi riya kompanyaya Dîlot berdewam zanyariyan belav dike û herdu rêkeftin ku bi biryara Opec a kêmkirina berhemanîna neftê pabend bin.

Rêxistina Opec di vê dawiyê de biryar dabû, ji bo piştevanîkirina li nirxên petrola xam, berhemanîna petrolê bi rêjeya ji 10 ji sedî kêm bibe. Ev biryar Iraq û Herêma Kurdistanê jî lixwe digire.

Ji ber belavbûna vîrusa korona, daxwaz li ser kirîna petrolê di bazarên cîhanê de kêm bûbû û nirxê petrolê jî daketibû.

Parve bike: