TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sandek ji Herêma Kurdistanê, diçe Bexdayê

Ruken güler
Nivîskar
📅 15 tebax 2023 17:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, hat diyarkirin ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê îro ji bo gotûbêjkirina bûdce û mûçeyan biçe Bexdayê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşewa Hewramanî ragihand ku di serdanê de rojeva sereke ya gotûbêjan qanûna bûdceyê ye. 

Hewramanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên ku jê hatine xwestin bi cih hanîne û niha li bendê ne ku pişka bûdceya Herêma Kurdistanê bê şandin.

Her wiha diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aliyên peywendîdar erkdar kiriye ku bersiva hemû pirsên şanda teknîkî ya Iraqê bidin û endamên vê şandê dê beşdarî civîna ku li ser her mijarekê were amadekirin, bibin.

Parve bike: