Sandeke Danîmarkî ji bo 'sopandina êrîsan' serdana Qamislo kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke bi seroktiya parlamentera Danîmarkayê Soren Sondergaard serdana Qamişlo kir û bi berpirsê têkiliyên derve yê Rêveberiya Rojava re civiya.
Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê şanda Danîmarkî pêşî, serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ji aliyê hevserokê Daîreyê Abdulkerîm Umer, cîgira hevserokatiya daîreyê Ebîr Îleya, endamê Desteya Rêveber a Daîreyê Abdulrehman Selman û berpirsa protokolê ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Raniya Xelîl ve hat pêşwazkirin.
Hat ragihandin ku serdana şandeyê ji bo şopandina rewşa dawî ya piştî êrîşên Tirkiyê ye.
Hat diyarkirin ku wê şanda Danîmarkî hevdîtinan bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî re pêk bîne.