Sandeke Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê dike û bi Elawî re dicive
PeyamaKurd - Îro Sêşemê (18.02.2020) şandeke aliyên siyasî ya Herêma Kurdistanê bi armanca beşdarî li civînên Mihemed Tofîq Elawî bike diçe Bexdayê, ku dê guftûgoyên pêkanîna kabîneya hikûmetê bê kirin.
Endamê Parlamentoya Iraqê yê fraksiyona Partiya Demokrta Kurdistanê (PDK) Mihemed Emîn Faris ragihand, îro şandeke aliyên siyasî ya Herêma Kurdistanê bo civîn û hevdîtina li gel Mihemed Tofîq Elawî bikin serdana Bexdayê dike.
Şande wê derbarê pêkanîna hikûmet û wezîran de guftûgoyan bike
Mihemed Emîn Faris da zanîn ku şande ji hemû aliyên siyasî pêk hatiyê û lê zêde kir:
“Şande wê derbarê pêkanîna hikûmet û wezîran de guftûgoyan bike û dê ji Elawî re ragehîne ku divê diyarkirina namzedan li ser razîbûna saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê be û bi pêbendiya mafên Herêma Kurdistanê yên destûrî be.”