Kurdistan
Sandeke Hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Hikûmeta Herêma kurdistanê li ser mijara qutkirina mûçeyan û mafên darayî yên Kurdistanê serdana, di çend rojên bê de Bexdayê dike.
Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihand, piştî parlamentoya Iraqê yasaya tijîkirina kurtanîna budceya sala 2020an bi rêya deynkirinê bêyî aliyên Kurd û xistina nav a pişka mûçeyên Herêma Kurdistanê pesend kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din şandeke danûstandkar dişîne Bexdayê.
Faris Îsa ji Rûdawê re bal kişandiye ser civîna îro ya hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê û gotiye, piştî wê dema çûna şanda danûstandinê ya ligel Bexdayê wê bê diyarkirin.