TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sandeke Hikûmeta Kurdistanê serdana Yûnanîstanê kir

Admin L
Nivîskar
📅 09 nîsan 2022 14:11

PeyamaKurd  Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana welatê Yûnanîstanê kir.

Li gor Seroka Desteya Geştûguzariyê Emel Celal diyar kiriye, di civînan de qala vekirina xeta balafirvaniyê di navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanîstanê de û plana hevbeş kirine.

Emel Celal eşkere kiriye: “Me bi Wezîrê Geştûguzariyê û Wezîrê Veberhênanê re tekezî li ser wê yekê kir ku divê kompaniyên me yên hevbeş komên geştyariyê biguherînin.”

Herwiha Seroka Desteya Geştûguzariyê destnîşan kiriye: “Em ligel rayedarên Yûnanî axivîn ku veberhênana Yûnanîstanê bînin Kurdistanê û veberhênana geştyariyê bikin, ji ber ku ezmûna wan a baş di turîzmê de heye, em bi danîna pêwendiya jêrxana sektora geştûguzariyê ji aliyê şiyana mirovî û hemecûrkirin û bazarkirinê, dikarin ji wan sûdê werbigrin.”

Parve bike: