TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sandeke Kurdistanê hefteya bê serdana Bexdayê dike

Admin H
Nivîskar
📅 12 hezîran 2020 18:48

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Muhammed Hacî ragihand ku wê hefeteya pêşiya me şandeke Hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Muhammed Hacî diyar kir ku wê şanda Kurdistanê li Bexdayê li ser mijarên rewşa aboriyê û têkoşîna dijî vîrusa koronayê danûstandinan pêk bîne.

Hacî li ser pêngava çaksaziyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da xuyakirin ku pêwîste her kesê berjewendiya Kurdistanê difikire piştgiriyê bide û got, “Çimkî berjewendiyên gelê me li ser hemû partî û komikan e. Hikûmeta Kurdistanê gelekî dixwaze ji bo çaksaziyan yasayên pêwîst werin derxistin. Bila ti şik û gumana kesî nebe ku ev xebat hemû ji bo berjewendiya gelê me ne.”

Parve bike: