Kurdistan
Sandeke Kurdistanê ji bo kêseya petrol û gazê serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina kêşeya neft û gazê serdana Bexdayê dike.
Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, şandeke hikûmetê roja 11ê Nîsanê diçe Bexdayê û wê bi berpirsên Iraqî re li ser mijara neft û gaza Kurdistanê hevdîtinan bike.
Cotyar Adil diyar kir, hikûmeta Kurdistanê gelek caran ragihandiye ku amade ye di hemû astan de bi Bexdayê re danûstandinê bike da ku tevahiya nakokî û pirsgirêkan werin çareserkirin.