TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sandeke leskerî ya Almanî bi Serokerkaniya Gistî ya Wezareta Pêsmerge re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2022 16:58

PeyamaKurd – Şandeke leşkerî ya Almanî ya bi Serokatiya Fermandarê hêzên Almanî yên li Kurdistanê General Echo, îro serdana Wezareta Pêşmerge kir û bi Serokerkaniya Giştî ya Wezaretê re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya deverê û rewşa Herêma Kurdistanê û mijarên leşkerî û ewlekarî hate kirin.

Herwiha di heman civînê de qala hevkariyên Almanya û hemahengiya leşkerî ya Almanya û hêzên Pêşmerge hat kirin û tekezî li ser vê yekê hat kirin ku Almanya berdewam dibe li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û reformên nava Wezareta Pêşmerge.

Parve bike: